Aktivîstên behra Wanê xweza û dîrokê diparêzin

Aktivistên parastina xweza û dîroka hewza Wanê, di çarçoveya Hefteya Bizavî ya Europayê de, ji nîvgirava Çapanaqê di rêya antîk de çûn ser girava Çapanaqê.

 

K24 – Wan

Aktivistên parastina xweza û dîroka hewza Wanê, di çarçoveya Hefteya Bizavî ya Europayê de, ji nîvgirava Çapanaqê di rêya antîk de çûn ser girava Çapanaqê. Rêvebirên Şaredariya Tuşpa ya navçeya Wanê û Aktivîstên behra Wanê, balê kişandin ku bizav ji bo jiyaneke tendurist baş û ew bi van çalakiyan dixwazin, hişyariya parastina xwezaya Wanê nîşan bidin û şûnwarên dîrokî jî şênber bikin.

Aktîvîstên Behra Wanê, li Çapanaqa ser bi Tuşpa ya navçeya Wanê bûn, di nav avê de bi çalakiyên ku lidarxistin, xwestin ku balê bikşînin ser parastina xweza, şûnwarên dîrokî û jiyaneke bi tevger û tendurist. Di rêya dîrokî ya navbera nîvgirav û girava Çapanaqê de, meşiyan, melevanî û avjanî kirin.

Serokê Aktivîstên Behra Wanê Erdogan Ozel, balê kişand ku goleke ku ew dibêjin behr, li erdnigariya me heye û divê bi taybetiyên xwe bê parastin, loma jî ew her carê bi alakiyekî, hewla balkişandina girîngiya parastina hewildoriya behra Wanê didin.

Erdogan Ozel ji K24ê re got: "Li vir rêyeke kevin heye ku berê mirov, bi wê rêyê çûyîne giravê û hatine. Me jî got gelo em vê rêyê çewa nîşan bidin. Loma jî me xwest çalakiyekî bikin. Me bi avjanan re, em bi avjenî, avjan jî di bin de em heta giravê çûn. Armanca me ew e ku em vê rindayiyê nîşanî hemû cîhanê bidin."

Şaredariya Tûşpayê jî piştgiriya çalakiyê kir û Serokê Şaredariya Tûşpa ya navçeya Wanê Fevzî Ozgokçe jî ragihand ku ew tendurustiya civakî û parastina xwezayê girîng dibînin û dixwazin bi çalakiyên wiha bajêr û xwezaya wî bidin danasîn.

Fevzî Ozgokçe ji bo Kurdistan24 jî diyar kir ku îro bi çalakvan û werziskaran re, teqrîben kilometreyekî rêyê ji bo ku bala geştiyaran bikşînin ser taybetiyên Wanê û girîngî û taybetiya bizavên mirovî û parastina xwezayê çûyine û hatine.

Fevzî Ozgokçe dibêje: "Di navbera 19 û 22'ê Îlonê de, roja bizaviya mirovan ye, em jî bi 24 şaredariyên Turkiyeyê ve dixwazin hevbeşî bi wan çalakiyan re bikin. Îro jî ev çalakiyên me bêtir di wê çarçoveyê de û ji bo danasîna rêya antîk ya navbera nîvgirav û girava çapanaqê lidarxist."

Li gel çalakvan û rêvebiriyên şaredariyê hin welatiyên ku hatibûn jî, çalakiyê ji şikefê şopandin û temaşe kirin.