Daxwaz tê kirin ku biryara bidarvekirina Seyîd Riza bê hilweşandin

Seyîd Riza
Seyîd Riza

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzerekî li Bakurê Kurdistanê bi awayekî fermî daxwazek pêşkêşî Serdozgeriya Komarê ya li Dêrsimê kir, bi merema hilweşandina biryara bidarvekirina Seyîd Riza û hevalên wî, ku di sala 1937ê de hatibûn dadgehkirin.

Parêzer Cîhan Soylemez serdana Serdozgeriya Dêrsimê kir û bi piştrastbûna li ser bingeha "Hilweşandin di berjewendiya qanûnê de" daxwaz kir ku biryara dadgehkirin û bidarvekirina Rêberê Şoreşa Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî, ku di 14 û 15ê Mijdara 1937ê de hatibû bicihanîn, bê hilweşandin.

Di daxuyaniyekê de li Qesra Dadê ya Dêrsimê, parêzer Cîhan Soylemez ragihand: "Ew daxwaza ku me bi merema hilweşandinê di berjewendiya qanûnê de pêşkêş kiriye di bingeh de bi armanca pûçkirina biryarên dadgehkirina sala 1937ê ye, ji ber ku ew biryar bi temamî berevajî bingehên serekî yên wê serdemê bû.”

Parêzerê navbirî herwisa got: “Ew biryara ku di 14ê Mijdara 1937ê de hat dan û rojekê pişt re di 15ê Mijdarê de hat bicihanîn, hem li dijî destûra sala 1924ê ya Komara Tirkiyeyê bû, hem jî di nêrîna qanûnî de wekî binpêkirineke berdewam tê dîtin û divê sîstema dadweriyê ya Tirkiyeyê pêdaçûnê di wê de bike."

Wî parêzerî amaje bi wê yekê jî da ku li gorî biryarên pêşîn ên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê û madeyên peywendîdar ên Peymana Mafên Mirov a Ewropayê, ger bandor û encamên biryara dadgehên neqanûnî yên bi wî rengî heta îro jî berdewam bin, divê dewleta peywendîdar bê guhdana bi derbazbûna dema qanûnî, wê stem û mafxwarinê nehêle û qerebû bike.

Soylemez di berdewamiya axaftinên xwe de got: "Bi wê daxwaza ku me îro pêşkêş kiriye, me daxwaz kiriye ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê agahdariyekê arasteyî serdozgeriya Dadgeha Bilind a Têhelçûnê bike, daku serdozger daxwaza hilweşandinê di berjewendiya qanûnê de bipejirîne û di encamê de biryara dadgehê ya li dijî Seyîd Riza û kesatî û pêşewayên Dêrsimê bi temamî bê hilweşandin."