Perlemana Iraqê hilbijartina serokekî nû paş xist
Hat ragihandin, ku Perlemana Iraqê roja Sêşema dahatî wek dawîn molet ji bo hilbijartina serokekî nû ji Iraqê re destnîşan kiriye.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Hat ragihandin, ku Perlemana Iraqê roja Sêşema dahatî wek dawîn molet ji bo hilbijartina serokekî nû ji Iraqê re destnîşan kiriye.
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Bexdayê diyar kir, ku civîna îro ya Perlemana Iraqê bi serokatiya Mihemed Helbûsî destpê kir û di civînê de, roja Sêşema dahatî weke dawîn molet ji bo hilbijartina serokê nû yê Iraqê destnîşan kir.
Herwiha îro perlemanteran dest bi nivîsandina navên xwe kirin daku li ser komîtên hertimî yên Perleman bên dabeşkirin.
Di civînê de jî, rewşa parêzgeha Besra jî bi amadebûna sê wezîran hat gotûbêjkirin.
Postê Serokatiya Iraqê ji pişka Kurdan e û vê carê her yek ji PDK û YNK bi awayekî cuda berbijarê xwe destnîşan kirine
N.O