Erdogan: Dilê Netewên Yekgirtî lê nade

Erdoxan: Me çaverê dikir, ku Netewên Yekgirtî bibe dilê mirovatiyê, lê îro dilê Netewên Yekgirtî bi xwe jî rawestiya ye û lê nade.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, gazin ji Netewên Yekgirtî kir û got: Îro dilê Netewêm Yekgirtî lê nade.

Receb Teyib Erdoxan diyar kir, ku wan çaverê dikir, ku Netewên Yekgirtî bibe dilê mirovatiyê, lê îro dilê Netewên Yekgirtî bi xwe jî rawestiya ye û lê nade.

Daxuyaniyên Serokê Tirkiyê, di dema beşdariya wî de bûn, di 73yemîn civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de li New Yorkê. Herwiha Erdogan got: Netewên Yekgirtî di van rojan de, gellekî ji bo rêberatiya cîhanê pêwîst e, em vê rêxistinê naherifînin, lê emê wê baş bikin.

Erdogan got jî: Tirkiye, beşek bû ji çarekirina kêşeyên Iraq, Sûrya û çend cihên din bû, niha bûye xwediya roleke cîhanî.

N.O