Perlemana Iraqê baweriyê ji sê wezîran dikişîne

Biryar e îro Perlemana Iraqê kom bibe û baweriyê ji sê wezîrên Hikûmeta karbirêvebir a Ebadî werbigire.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Biryar e îro Perlemana Iraqê kom bibe û baweriyê ji sê wezîrên Hikûmeta karbirêvebir a Ebadî werbigire.

Perlemanterê Parêzgeha Besra Udey Ewwad ê ser bi Hevpeymaniya El-Fetih, eşkere kir ku di rûniştina îro ya Perlemana Iraqê de, ewê baweriyê ji hersê wezîran, Edîle Hemûd wezîra Tendirustiyê, An Naf'i Ewsî wezîra Şaredariyan û Hesen Cenabî wezîrê Jêderên Avî, werbigirin.

Her li gorî daxuyaniyên wî perlemanterî, Fermandarê Operasyonên Besra jî, wê ji kar bê dûrxistin, sedema van guhertinan xemsariya wan wezîran û wî fermandarî, beramberî rewşa parêzgeha Besra ye.

Ev yek di demekê de ye, ku Hikûmeta niha ya Iraqê di qunaxa karbirêvebirinê de ye û ji piştî encamdana hilbijartinên 12ê Gulana derbasbûyî ve, aliyên siyasî yên Iraq û Kurdistanê gotûbêjan ji bo pêkanîna Hikûmeta nû dikin.

N.O