"Tirsa vegera DAIŞê heye"

Rêvebirê berê yê Hewalgiriya Derve ya Firensa: Ti çareyek ji sedemên derketina DAIŞê re nehatiye kirin, em tenê bi riyên serbazî û emnî kêşeyan çare dikin, lê di rastiyê de em nêzîkî çarekirina bingehîn a kêşeyan nebûne.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Ajansa Nûçeyên Firensî di raporekê de, ku îro 27/9/2018an hatiye belavkirin, hişyariyê dide û dibêje: Kaîrnên vegerê li cem DAIŞê mane, tevî ku hatiye şikestin, lê ew kare dîsa li navçeyê serî hilde û dîsan li nav wan bajarên ku niha kontirolkirî ne, çalakiyan bike, ji ber ku ew rewşa rê li ber derketina DAIŞê vekir, hîn jî wek xwe maye.

Di raporê de hatiye, ku hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê niha xwe kirine girûpên nihênî û rijd in li ser wê yekê ku şerê hêzên emnî û serbazî yên Iraqî bikin.

Herwiha rapor dibêje: Destwerdana serbazî û bikaranîna hêzê, hin ji nîşanên nexweşiyê çare kir, lê ji bo nehiştina nexweşiyê ji bingehê de, pêwîstiya me bi çarekirina sedemên çêbûna wê heye.

Rêvebirê berê yê Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiya Derve ya Firensa (Hewalgiriya Derve) Bernard Bajuliye got: DAIŞ li ser zemînê şikestiye, lê hîn metirsiya wê rêxistinê heye û hîn metirsiya wê bidawî nehatiye.

Bajuliye ji rojnamevanan re got: Bi sedema dagîrkirina Iraqê di sala 2003yan de, ji aliyê Amerîka ve, Şî'eyan dest li ser Hikûmeta wî welatî danîn û Sunne dûr xistin, heman rewş li Sûrya jî heye û Sunne hatine paşguhkirin.

Herwiha got: Ti çareyek ji bo wan diyardeyan nehatiye dîtin, em tenê bi riyên serbazî û emnî wan kêşeyan çare dikin, lê di rastiyê de em nêzîkî çarekirina bingehîn a wan kêşeyan nebûne.

N.O