Hewlên PDK ji bo piştevaniya Fûad Husên berdewam in

Partiya Demokrata Kurdistanê di hewlên xwe de ji bo bidestxistina piştevaniyê ji bo namzetê Serokomariyê Fûad Hisên berdewam e

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrata Kurdistanê di hewlên xwe de ji bo bidestxistina piştevaniyê ji bo namzetê Serokomariyê Fûad Hisên berdewam e, û amaje bi wê yekê jî dike, helwestên aliyên 'Îraqî li ser namzetkirna Fûad Hisên  erênî ye.

Her di vê çarçoveyê de Şandek  Partî ligel çend aliyên  Îraqî li Bexda civiya.

Nûçegihanê Kurdistan 24 li Bexda got ku, şanda Partiya Demokrata Kurdistanê ligel her yek ji Falih Falih  Şêwirmendê Berê yê  Asayişa Niştimaniya Iraqê  Feyaz û Serokê Parlemana Îraqê Mihemed Helbûsî û hin aliyên din civiya û  ligel wan aliyan jî pirsa Serokomar û pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê gotûbêjkirin.

Piştî civîna ligel şanda Partî Serokê Parlemana Îraqê  ragihand ku, wan ligel Partî pirsa Serokomar gotûbêj kirin e û ew post, posta tevaya Iraqê ye û heger aliyên Herêma Kurdistanê liser navê kandîdekî rêkbikevin, dê piştevaniya wî bikin.

Herweha li gorî zanyariyên Kurdistan 24, biryar e şandek Partî bi serokatiya endamê Mekteba Siyasî Kerîm Şingalî seredana bajarê Necef bike û liser pirsa Serokomarê bê yê Iraqê digel Serokê Hevpeymaniya Sedir, Muqteda Sedir bicive.

 

 

C.B