Çawîşoglu: Rêketina Idlibê serketina Putin û Erdogan e
Mewlûd Çawîşoglu: Tevahiya aliyên ku di civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de li New Yorkê amade bûn, piştevaniya Rêketina Idlibê kirin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand, ku rêketina Idlibê serketineke rastiyane bû ji serokê Tirkiyê û yê Rûsya re û got: Îran jî piştevaniya wê rêketinê dike.
Mewlûd Çawîşoglu diyar kir, ku wan kariye piştgiriya tevahiya aliyan bidest ve bînin, ku di civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de li New Yorkê amade bûn, herwiha bi gotina Çawîşoglu, serokê Amerîka Donald Trump jî piştevaniya wê rêketinê dike.
Tekez jî kir, ku welatê wî piştevaniya pêkanîna komîteya danîna destûra Sûryê dike û giringiyê dide rawestandina cengê, ji ber ku berdewamiya cengê piroseya siyasî asteng dike.
N.O