Êlên Hewîce çekan radikin
Êlên Erebî li sînorên bajarokê Hewîce, li rojavayê Kerkûkê, bi mebesta rûbirûbûna çekdarên DAIŞê, biryar dane çekan hilbigirin û hêzeke çekdarî pêk bînin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Êlên Erebî li sînorên bajarokê Hewîce, li rojavayê Kerkûkê, bi mebesta rûbirûbûna çekdarên DAIŞê, biryar dane çekan hilbigirin û hêzeke çekdarî pêk bînin.
Endamê Encûmena Bajarokê Hewîce Ehmed Xorşîd ragihand, ku çekdarên DAIŞê rojane êrîşî gundên wan dikin û xelkê dokujin û welatiyan direvînin, ji ber wê yekê êlên Erebî biryar dan çekan rakin.
Ehmed Xorşîd diyar kir, ku hebûna hêzên emnî li navçeyê lawaze û ew nikarin welatiyan biparêzin, lewra êlên wê deverê neçar bûne çekan helbigirin.
Xorşîd eşkere kir, ku ew pêşbînî dikin bêtirî 500 kesan tevlî wê hêza xwecihî bibin ku ser bi êlên deverê bin.
N.O