Firokeyeke leşkerî li başûrê Kerkûkê kete xwarê

Îro danê nîvro firokeyek leşkerî di navbera Kifrî û Xurmatûyê de li başûrê Kerkûkê kete xwarê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro danê nîvro firokeyek leşkerî di navbera Kifrî û Xurmatûyê de li başûrê Kerkûkê kete xwarê.

Rêvebirê Asayişa Xurmatûyê ji K24ê re ragihand, 6 kes di firokeyê de bûn û cilên şîn lê bûn, û ti ziyanên canî nebûne.

Herwiha got, niha hêzên asayişa Silêman Beg û hêzên artêşa Iraqê cihê ku firoke lê ketiye xwarê dorpêç kiriye.

Li gor zanyariyan, ew navçeyên ku firoke lê ketiye xwarê, ji pêgehên DAIŞê yên li çiyayê Xare ve nêzîk e.

Hevdem jêderekî ji polîsa Silêman Begê ji K24ê re ragihand, ew firoke taybet e bi perwerdekirina firokvanan ji Kerkûkê ve firiye.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ragihand, ew firoke ji cura Cessna Caravan bû û taybet bi perwerdekirinê ye û ji ber pirsgirêkeke teknîkî bi neçarî danîştiye û ti ziyanên canî nebûne.

 

S. B