Hevpeymaniya Mihwerê Wetenî piştevaniya helwesta Serok Barzanî dike
Hevpeymaniya Mihwerê Wetenî ku ji 6 hêzên Sunne pêk tê, di daxuyaniyekê de, ragihand ku ew piştevaniya helwesta Serok Barzanî dike, derbarê destnîşankirina berbijarekî ji bo Serokatiya Iraqê.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Hevpeymaniya Mihwerê Wetenî ku ji 6 hêzên Sunne pêk tê, di daxuyaniyekê de, ragihand ku ew piştevaniya helwesta Serok Barzanî dike, derbarê destnîşankirina berbijarekî ji bo Serokatiya Iraqê.
Wê hevpeymaniyê ragihand, ku pêwîst e hêzên siyasy ên Kurdistanê, li ser diyarkirina berbijarekî bi tenê ji wî postî re, lihev bikin.
Şevê din Serok Barzanî di peyamekê de, helwesta xwe derbarê berbijarê Serokatiya Iraqê ragihand û eşkere kir, ku bi wî baş e, firakisyonên Kurdistanî di nav xwe de, kesekî ji bo Serokatiya Iraqê destnîşan bikin.
N.O