Medya Almanya: Ligel Tirkiye asayîbûna pêwendiyan pêknehat

Seredana Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan bo Almanya, di medya Almanyayê de cîhek gelek berfereh dît! Medya Almanya çi got?

K24 – Navenda Nûçeyan

Seredana Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan bo Almanya, di medya Almanyayê de cîhek gelek berfereh dît.

Medyaya Almanya diyarkir ku: “Asayîbûn di pêwendiyên Almanya-Tirkiye de pêknehat. Berovajî, Serokomarê Tirkiye Erdogan da nîşandan ku, çend ji demokrasyiya Ewrûpayê dûr e. Peyama sekna nirxên demokrasiyê bo Erdogan hate dan. Ji mokêta sor ku hatî raxistin zêdetir ew peyamên hatî dan girîng bûn”.

Frankfurter Allgemeine Zeitung nivîsand: “Asayîbûn pêknehat. Erdogan diyarkir ku, çend ji nirxên Ewrûpayê dûr  Erdogan berî ku bifikire xwe nêzîkî Ewrûpa bike, divê liser wê bifikire dê çend nêzîkî pêkanîna nirxên demokrasiyê be.”

Rhein-Zeitung nivîsand: “Peyama ku bo Erdogan hatî dan ev bû – rêya te girtî ne baş e!.. Serokomar Frank-Walter Steinmeier û Şêwirmenda Almanya Angela Merkel ev peyam gihandin: Enqere ji nirxên girîng ji bo Almanya dûr e. Enqere dûrê rêya endamtiya Yekîtiya Ewrûpa ye”.

Badische Neueste Nachrichten nivîsand: “Erdogan daxwaza hevkariya yeksan kir. Ev yek jî girêdayî helwêstên wî ye. Dixwaze kompanyayê Almanî vegerin Tirkiye, dixwaze geştyarên Almanî biçin Tirkiye – lê kî dixwaze biçe welatek ku girtinên keytî û neyasayî hene. Erdogan bi van peyaman vedigere Tirkiye”.

Mannheimer Morgen nivîsand: “Li Tirkiye bi hezarên rexnegîrên Erdgan girtî ne. Dijberên wî li Almanya bi xwe ne di ewleyiyê de ne.”

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment