Indonesia .. Qurbaniyên erdhej û tsunamiyê gihîşt 832 kuştiyan
Rêveberiya Hawarçûnê ya Indonesia ragihand, hejmara qurbaniyên erdhej û tsunamiya girava Sulawesi gihîşt 832 kuştiyan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Hawarçûnê ya Indonesia ragihand, hejmara qurbaniyên erdhej û tsunamiya girava Sulawesi gihîşt 832 kuştiyan.
Peyvdarê Rêveberiya Hawarçûnê ya Indonesia Sutopo Purwo Nugroho ji rojnamevanan re ragihand, di encama erdheja ku tundiya wê gihîşt 7.5 pile Richter û pêlên tsunamiyê yên gihîşt bilindahiya 6 metroyan de 832 kesan canê xwe jidest dan.
Duhî li girava Sulawesi ya Indonesia erdhej bi tundiya 7.5 pile Richter rû dabû û pêlên tsunamiyê jî gihîşt bilindahiya 6 metroyan.
Amaje bi wê yekê jî kir, ji erdhej û tsunamiyê hîna bi hezaran welatî di bin avahiyên rûxandî de asê mane.
Li Indonesia di meha Tîrmeh û Tebaxa bûrî de jî erdhejê li girava Lombok rû dabû û di encamê de zêdetir ji 500 kesî canê xwe jidest dabû.
S. B