Perlemana Iraqê îşev ji bo pirsa Serokatiya Iraqê dicive
Li gorî madeya 70ê ji destûra Iraqê, ew kesê bibe Serokê Iraqê, divê du li ser sisyan ji dengan bidest bîne, lewra pêwîstiya wî bi 220 dengan heye.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Biryar e demjimêr 8ê îşev, Perlemana Iraqê civînekê lidar bixe û dengdanê li ser gera yekem a hilbijartina berbijarekî ji bo Serokatiya Iraqê.
Heya niha 23 kesan xwe ji bo wî postî berbijar kiriye. Di nav wan de 7 berbijarên Kurd hene.
Ji aliyê xwe ve, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Dr Fûad Hisên berbijar kiriye û dixwaze wî postî bidest xwe ve bîne.
Li ser wê yekê perlemanterê Iraqê Rêbwar Hadî, ji firakisyona Partiya Demorat a Kurdistanê, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku di civîna îro de, wê tenê behsa pirsa Serokatiya Iraqê bê kirin.
Got jî: Li gorî madeya 70ê ji destûra Iraqê, ew kesê bibe Serokê Iraqê, divê du li ser sisyan ji dengan bidest bîne, lewra pêwîstiya wî bi 220 dengan heye.
N.O