Serokê Iraqê tê diyarkirin
Di civîna şevê din de, rêjeya yasayî ya perlemanteran ji bo hilbijartina serokekî nû temam nebû, biryar e îro careke din Perlemana Iraqê ji bo vê armancê bicive.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Îro careke din Perlemana Iraqê ji bo mijara hilbijartina Serokekî nû ji Iraqê re dicive.
Piştî ku di civîna şevê din de, rêjeya yasayî ya perlemanteran ji bo hilbijartina serokekî nû temam nebû, biryar e îro careke din Perlemana Iraqê ji bo vê armancê bicive.
Li gorî zanyariyên K24ê, heya niha Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê neamade ye li gel firakisyonên Kurdistanî, berbijarekî Kurd ji bo postê Serokatiya Iraqê destnîşan bike, lewra jî wê bi neçarî ev pirs ji aliyê Perlemana Iraqê ve bê yekalîkirin û berbijarê PDK yan jî yê YNK were hilbijartin.
N.O