Serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin
Di civîna îro ya parlemantoya Iraqê de û di gera duyem ya hilbijartinê de berbijarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih bi koma dengên 120 perlemanteran wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di civîna îro ya parlemantoya Iraqê de û di gera duyem ya hilbijartinê de berbijarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih bi koma dengên 120 perlemanteran wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin.
Hilbijartina Berhem Salih piştî wê tê, Partiya Demokrat a Kurdistanê berbijarê xwe bo postê Serokomariyê Fuad Husên vekişand.
Firaksiyona PDKê di parlemantoya Iraqê de di daxuyaniyekê de ragihand, “Di dema tekez dikin ku baweriya me bi mîkanîzma demokrat û binemayên destûrî heye, lê ewê niha li parlemantoya Iraqê dibînin û derbarê hilbijartina Serokomarê Iraqê de têbînî dikin, bi ti awayekî bi binemayên rêkeftina di navbera firaksiyonên Kurdistanî de nagunce.”
Herwiha hatiye, “Ewê rêkeftin li ser hatiye kirin ew e, ku tevahiya aliyên Kurdistanî li ser yek berbijar bo Serokatiya Komar rêk bikevin, yan jî bi hilbijartina di nava firaksiyonên Kurdistanê de yekalî bihata yekalîkirin, ti carî vê yekê rû neda.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat, “Ji ber wê li vir radigihînin, ku ev mîkanîzm ji aliyê me vet i carî nayê qebûlkirin û di dahatûyê de helwesta me dê hebe û ew aliyên rêkeftin binpê kirine, berpirsatiya wî karî di stûyê wan de ye.”
Herwiha Serok Barzanî di peyamekê de ragihand, birêveçûna niha ya hilbijartina Serokomarê Iraqê li dijî nerîta ku hilbijartinên gerên berê bûbû hat peyrewkirin, yan diviyaba berbijarê Kurd ji nava mezintirîn komê ve bihatabe berbijêrkirin, yan jî firaksiyonên Kurdî yekalî kiribana.
Serok Barzanî got: “Ew mîkanîzma niha bi ti awayekî nayê qebûlkirin û di dahatû de helwesta me dê hebe.”
Jêderekî agahdar ji nava parlemantoya Iraqê ji K24ê re ragihand, li gor rêkeftinê her du aliyan Fuad Husên wek berbijarê Kurd bo posta Serokomarê Iraqê be û Berhem Salih vekişe.
Li gor zanyariyan, li hember vekişandina Berhem Salih ji posta Serokomariya Iraqê, PDKê razî bû hin destkeftên din ên serweriyê bide YNKê.
S. B