Bizavên berdana keşeyê Amerîkî berdewam in

Îsmaîl Cem Halavurt berî niha serdana Dadgeha Izmîrê kiribû, daku qedexeya derketina dervayî sînorên Tirkiyê ji ser Andrew Brunson bê rakirin, lê Dadgeha Îzmîrê daxwaza wî red kiribû.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Bi mebesta serbestberdana keşeyê Amerîkî Andrew Brunson, îro parêzerê wî serdana Dadgeha Yasaya Bingehîn a Tirkiyê kir.

Parêzerê Andrew Brunson, Îsmaîl Cem Halavurt berî niha serdana Dadgeha Izmîrê kiribû, daku qedexeya derketina dervayî sînorên Tirkiyê ji ser Andrew Brunson bê rakirin, lê Dadgeha Îzmîrê daxwaza wî red kiribû.

Parêzerê Keşeyê Amerîkî vê carê jî bi heman daxwazan serdana Dadgeha Yasaya Bingehîn a Tirkiyê kiriye.

Ji aliyekî din ve, biryar e hefteya dahatî, Andrew Brunson bê dadgehkirin û li gorî hin zanyariyan, egereke mezin heye ku navhatî were berdan.

N.O