Balyozê Brîtanya: Hêvîdar in serkeftina PDKê bibe sedema bihêzbûna Kurdistanê
Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê John Welks kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê John Welks kir.
Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî, di hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartina Parlemena Kurdistanê û serkeftina Lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê li Serok Barzanî kir û hêvî xwast ku ew serkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê li ser pêşxistina Herêma Kurdistanê bi bandor be û bingehên jiyana demokrasiyê li Herêma Kurdistanê bihêztir be.
Her di vê civînê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî ya di derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hate guftûgokirin û di derbarê rola aliyên Kurdistanî di proseya siyasî ya Iraqê de gotûbêj kirin.
Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya de mijareke din ê vê civînê bû û Balyozê Brîtanya li Iraqê tekezî li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina wan pûwendiyan di warê aborî, kargêrî, rûbirûbûna gendelî û dijayetîkirina terorê kir.
S. B