PDK: Em dê her xemxwarê serbilindî û kerameta mirovê Kurd û Kurdistanê bin

PDK: "Wek çawa me pêşbînî û texmîn dikir, vê carê jî, rêbaza PDKê û Barzanî biser ket û her wek pêşeng ji Kurdistanê re ma. Xewna neyarên kevin û nû bicîh nehat

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi boneya serkeftina lîsta 183 a Partî peyamek belav kir, tê de hatiye: "Wek çawa me pêşbînî û texmîn dikir, vê carê jî, rêbaza PDKê û Barzanî biser ket û her wek pêşeng ji Kurdistanê re ma. Xewna neyarên kevin û nû bicîh nehat.

Polîtburoya PDKê di peyama xwe de ragihand: "Wek çawa me pêşbînî û texmîn dikir, vê carê jî rêbaza PDKê û Barzanî biser ket û her wek pêşeng ji Kurdistanê re ma. Xewna neyarên kevin û nû bicîh nehat. Di van hilbijartinan de bangeşe û propagendeya derew nikarîbû xelkê Kurdistanê yên hişyar bixapîn e."

PDK ragihand: "Ev serkeftina me serkeftina heq û rastiyê ye. Ev serkeftina PDKê serkeftina tevahiya gelê Kurdistanê ye. Serkeftina wan kesan e, ku çavê wan li Kurdistanek bihêz û avedan û xweş e. Lewma em pîrozbahiyeke germ pêşkêşî xelkê Kurdistanê bi giştî û alîgirên PDKê bi taybetî dikin. Em bi hêvî ne ku, ev serkeftina PDKê dê wek hercar bikeve xêr û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê de û dê dawiya tevliheviya siyasî were û dê Parlamentoyek çalak û hikûmeteke bihêz pêk were, ku karibin xizmeta xelkê Kurdistanê bikin, çaksazî û guhertinan pêk bîn in."

Polîtburoya PDKê ji xelkê hişyar ên Kurdistanê û ji alîgirên xwe re got: "Em careke din sozê didin we ku em dê her di asta baweriya dengê we de bin û em dê li gorî hêviya we bin. Em dê her xemxwarê serbilindî û kerameta mirovê Kurd û Kurdistanê bin. Em dê hemû hewlên xwe bidin, ji bo avakirina Kurdistaneke bihêz û avedan û xweşguzar."

 

 

 

C.B