YNK encamên hilbijartinê gotûbêj dike
Biryar e Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo gotûbêjkirina encamên hilbijartina parlemantoya Kurdistanê bicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo gotûbêjkirina encamên hilbijartina parlemantoya Kurdistanê bicive.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, biryar e îro demjimêr 11:00 Encûmena Serkirdatiya YNKê bicive û dawî pêşhatên li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.
Li gor zanyariyan, tewera sereke ya civîna Encûmena Serkirdatiya YNKê gotûbêjkirina encamên hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê dibe.
Roja 30î Îlonê hilbijatinên parlemantoya Kurdistanê birêve çû û li gor encamên destpêkê YNKê 21 kursî li parlemantoyê bidest aniye.