Fişar li Adil Ebdilmehdî tên kirin
Sairûn: Ebdilmehdî ketiye bin fişara hin hêzên siyasî ji bo ku berbijarên wan di postên wezarî de qebûl bike, lê em dixwazin ku Ebdilmehdî Hikûmeta nû ji kesên teknokrat pêk bîne.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokwezîrê erkdarkirî yê Iraqê Adil Ebdilmehdî, ketiye bin fişarên hin aliyê siyasî de, daku berbijarên postên wezarî di Hikûmeta xwe de qebûl bike, lê Hevpeymaniya El-Fetih (Baskê siyasê yê Heşda Şeibî) red kir ku kesên serbixwe ji bo postên wezarî berbijar bike.
Li ser wê yekê endamekî Hevpeymaniya Sairûn ragihand, ku Sairûn piştevaniya Adil Ebdilmehdî dike ji bo pêkanîna Hikûmetê, û ji rojnameya (El-Erebî El-Cedîd) re got: Rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir tekez dike, ku ew piştevaniya pêkanîna Hikûmetê ji kesên serbixwe dike û red dike ku ti kesek ji Hevpeymaniya Sairûn ji bo wergirtina postan berbijar kiribe.
Herwiha got: Ebdilmehdî ketiye bin fişara hin hêzên siyasî ji bo ku berbijarên wan di postên wezarî de qebûl bike, lê Sairûn dixwaze ku Ebdilmehdî Hikûmeta nû ji kesên teknokrat pêk bîne.
N.O