Li gundê Keşaf 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Îro firokeyeke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li başûrê gundê Keşaf li nêzîkî Çemê Dicle, hejmarek ji çekdarên DAIŞê bordûmankirin û di encamê de 5 çekdarên wê girûpê hatin kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro firokeyeke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li başûrê gundê Keşaf li nêzîkî Çemê Dicle, hejmarek ji çekdarên DAIŞê bordûmankirin û di encamê de 5 çekdarên wê girûpê hatin kuştin.

Berpirsê Mihwerê Mexmûrê yê hêzên Pêşmergên Kurdistanê (Sîrwan Barzanî) ji Kuristan24ê re ragihand, ku firokeyeke Hevpeymaniyê, êrîşî 6 çekdarên DAIŞê kir, li başûrê gundê navhatî û di encamê de 5 çekdar hatin kuştin.

Herwiha got: Li gorî zanyariyên me, berî ku ew firoke wan çekdaran bordûman bike, wan li Mûsilê li dijî hêzên Siwat ên Iraqî şer kiribûn.

N.O