Tirkiyê vexwendineke fermî ji Ebdilmehdî re şand

Îro balyozê Tirkiyê li Bexdayê Fatih Yildiz, serdana Adil Ebdilmehdî kir û vexwendineke fermî ji bo serdana Enqerê radestî wî kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro balyozê Tirkiyê li Bexdayê Fatih Yildiz, serdana Adil Ebdilmehdî kir û vexwendineke fermî ji bo serdana Enqerê radestî wî kir.

Kenala RT a Rûsî ragihand, ku di civîna herdu aliyan de, gotûbêj derbarê kêşeya avê û pişka Iraqê di ava navdewletî de û çarekirina kêşeyên di nav Enqera û Bexdayê de kirin.

Herwiha duh welatê Urdinê jî, vexwendineke fermî ji Ebdilmehdî re şand, daku serdana Emmanê bike.

N.O