Liser proseya endamtiya YE, Tirkiye dê biçe referendûmê?

Mijara bo referandûma yekalîkirina Yekîtiya Ewropayê ji aliyê pisporên navneteweyî ve jî tê nîqaşkirin. Li ser vê babetê hin pispor dibêjin gelek sedem hene ku Tirkiye biçe referandûmê û vê mijarê safî bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeya ku ev 60 sal in hewl dide ku bibe endamê Yekîtiya Ewropayê nîqaşên ji bo dawîkirina endamtiya proseya Yekîtîya Ewropayê carek din hate rojevê. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, rexne li Yekîtiya Ewropayê girt û ragihand ku divê Yekîtî derbarê endamtiya Tirkiyê de biryara xwe ya dawî bide, an jî ew dê ji bo bidawîkirina pêvajoya endamtiyê ji xelkê xwe bipirsin û biçin referandûmê.

Mijara bo referandûma yekalîkirina Yekîtiya Ewropayê ji aliyê pisporên navneteweyî ve jî tê nîqaşkirin. Li ser vê babetê hin pispor dibêjin gelek sedem hene ku Tirkiye biçe referandûmê û vê mijarê safî bike.

Doç.Dr.Hüseyin Şeyhanlıoğlu-Serokê Beşa Peywendiyên Navneteweyî ya Zanîngeha Dîcleyê, dibêje:

"Niha li ser peywendî û rewşa Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê 250 sal derbas bûye. Di heyama Tenzîmatê, Îslahatê, Meşrûtiyetê û Cumhuriyetê heta 1963an û heta niha. Ewropa Tirkiye xapand, lewra Ewropa ne ji dil e. Ji bo vê hesabê, ev referandûm anha ji gelê Tirkiyeyê bê pirsîn jixwe gelek anket çêdibin, wê li Tirkiyeyê gel ancax ji sedî 15-20 an ji sedî 30 wê Yekîtiya Ewropayê bixwaze, yê din naxwazin. Heta niha çiqas krîter danîne pêşiya Tirkiyê qet qebûl nabe. Ji ber vê yekê, ev biryara Erdogan ya referandûmê gaveke derengmayî ye. Ev pêngav şert e.

Li aliyê din şîrovekarên siyasî didin zanîn ku, heke bo Yekîtîya Ewropayê sindoqeke bê avakirin ew ê bibe "referandûma biryarê" ku li Tirkiyê heta niha referandûmeke bi vî rengî çênebûye.

Muharrem Sarikaya-Rojnameger diyar dike:

"Rayedarên Tirk û raya giştî ya Tirkiyê di mijara endamtiya Yekîtiya Ewropayê de ji dengên cuda ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tên gelekî aciz e. Wekî her car, dema gotin were ser sindoqdanînê êdî veger jê tune ye. Me vê yekê gelek tecrube kiriye. Wekî Brexîta Brîtanyayê ku bi vê yekê ji Yekîtiya Ewropayê derket , dê Tirkiye jî sindoqa xwe ya TREXÎTê deyne.

Ev sindoq jî dê ji bo biryara referandûmê be. Wekî xuya dike, dibe ku di nava vî salê de jî referandûm were kirin û herwiha îhtîmal heye bi hilbijartinên herêmî re jî were kirin."

Prosesa Tirkiyê ya bo Yekîtiya Ewropayê cara ewil di sala 1959an de dest pê kiribû. Piştî çend peyman û hewldanan ev prose bo demekê dirêj hatibû rawestandin. Lê piştî ku li Tirkiyeyê Ak Partî di sala 2002an de bû desthilat, di sala 2005an de bi awayekî fermî gotûbêjên bo endamtiyê dest pê kiribûn.

 

 

C.B