Şagirtên Besra xwe li xwendingehên Kurdistanê digirin

Di herdu rojên Çarşem û Pêncşema derbasbûyî de, nûneratiya Wezareta Perwerda Iraqê li Herêma Kurdistan, navê 4000 şagirt tomar kiriye, ku daxwazin ji Besra bên li Hewlêrê bixwînin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Komisyona Mafên Mirovan li Iraqê ragihand, koçberiyeke mezin ji aliyê fêrxwazên Parêzgeha Besra ve, ber bi Herêma Kurdistan û bi taybet ber bi Hewlêrê ve, destpê kiriye.

Di daxuyaniyekê de, peyvdarê Komisyona navhatî Elî Beyatî eşkere kir, ku tenê di herdu rojên Çarşem û Pêncşema derbasbûyî de, nûneratiya Wezareta Perwerda Iraqê li Herêma Kurdistan, navê 4000 fêrxwaz tomar kiriye, ku daxwaz kirine xwendina xwe ji Besra veguhêzin Hewlêrê, bêyî ku sedema vê yekê bidin xuyakirin.

Di çend mehên derbasbûyî de, bi sedema nebûna xizmetkariyan wek av û karebê û belavbûna bêkariyê û pîsbûna jîngehê û jehrîbûna avê, şepêleke xwepêşandan li Parêzgeha Besra destpê kir û pevçûn di navbera xwepêşanderan û hêzên emnî de çêbûn, ku di encamê de bi sedan kes bûne qurbanî û bi dehan bingeh û dezgehên îdarî û hizbî hatin şewitandin.

N.O