Serok Barzanî û Mcgurk pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj dikin
Serok Barzanî pêşwazî li nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett Mcgurk û balyozê Amerîka li Iraqê Dogllas Siliman û serkunsulê Amerîka li Hewlêrê Stiv Feygin kir.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Bi mebesta behskirina dawîn pêşhatên siyasî yên Kurdistan û Iraqê, Serok Barzanî pêşwazî li nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett Mcgurk û balyozê Amerîka li Iraqê Dogllas Siliman û serkunsulê Amerîka li Hewlêrê Stiv Feygin kir.
Her di wê civînê de, nûnerê taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymana Navdewletî ya dijî DAIŞê de, pîrozbahiya biserketina lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê kir di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de û ew biserketin weke gaveke giring binav kir û tekezî li ser rol û pêgeha PDKê li Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê kir.
Li gorî daxuyaniyeke malpera fermî ya Serok Barzanî, di wê dîdarê de, "Rewşa siyasî ya Iraqê û dawîn pêşhat û pêngavên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin".
Civîna Serok Barzanî li gel wê şanda Amerîkî di demekê de ye, ku bizavên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê destpê kirine û encamên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine ragihandin.
N.O
