Serok Barzanî û şandeke Sunnî dawîn pêşhatên Iraqê gotûbêj dikin

Ew şand bi serokatiya Xemîs Xencer bû û ji hersê serkirdeyên Hvepeymaniya (El-Mihwer El-Wetenî) Cemal Kerbûlî, Ehmed Cibûrî û Yehya Kubeysî pêk hatibû.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşemê li Selahedînê, Serok Mesûd Barzanî li gel şandeke Hevpeymaniya (El-Mihwer El-Wetenî) bi serokatiya Xemîs Xencer civiya, ku ew şand, ji hersê serkirdeyên Hvepeymaniya navhatî Cemal Kerbûlî û Ehmed Cibûrî û Yehya Kubeysî pêk hatibû.

Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê û ya navçeyê hat gotûbêjkirin û herdu aliyan nerînên xwe derbarê dawîn pêşhatên piroseya siyasî ya Iraqê dan xuyakirin.

N.O