Erdogan: Ezê bi xwe serperiştiya doseya Xaşuqçî bikim
Erdogan: Encamên lêkolînan çi bin, emê ji bo hemû cîhanê eşker bikin. Hîn jî ez bi niyeteke baş pêşbîniyê di vê pirsê de dikim. Xwedê bê erê, ti rewşa nexwazyar rastî me nayê.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan tekez kir, ku ewê bi xwe pêdaçûnê li ser pirsa nebedîbûna rojnamevanê navdar ê Siûdî Cemal Xaşuqçî bike û got: Encamên lêkolînan çi bin, emê ji bo hemû cîhanê eşker bikin.
Erdogan diyar kir, ku ewê lêkolînê li ser piroseyên derbasbûn û derketina ji nav kunsulxaneya Siûdî li bajarê Stenbolê bikin, da bizanin di roja nebedîbûna Xaşuqçî de, kî derbasî kunsulxaneyê bûye û kî derketiye.
Herwiha got: Hîn jî ez bi niyeteke baş pêşbîniyê di vê pirsê de dikim. Xwedê bê erê, ti rewşa nexwazyar rastî me nayê.
N.O