Tirkiye zanyariyên nû derarê nebedîbûna Xaşuqçî belav dike

Tirkiyê: 15 kesên Siûdî li Stenbolê derbasî kunsulxaneya welatê xwe bûn, di heman dema ku Cemal Xaşuqçî li nav avahiya kunsulxaneyê bû û ew kesana endamên polîsên Siûdî bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ajansa Anadolê ya nûçeyên Tirkiyê ragihand, ku 15 kesên Siûdî li Stenbolê derbasî kunsulxaneya welatê xwe bûn, di heman dema ku Cemal Xaşuqçî li nav avahiya kunsulxaneyê bû û ew kesana endamên polîsên Siûdî bûn.

Wê ajansê ji ser zimanê berpirsên emnî yên Tirkiyê belav kirye, ku ew kesana bi du firokeyan derbasî Tirkiyê bûn û piştre careke din çûn wan welatên ku ji wan hatibû.

Berî niha jî, ajansa Reutersê ji ser zimanê berpirsên Tirkiyê ragihandibû, ku Xaşuqçî li nav kunsulxaneya Siûdiyê li Stenbolê hatiye kuştin.

N.O