Erdogan: Emê qeyûman li cihê alîgirên PKKê deynin
Serokê Tirkyê Receb Teyib Erdogan ragihand, heger ew kesên ku pêwendiya wan bi PKKê re heye bên hilbijartin, ewê careke din qeyûman li şûna wan deynin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokê Tirkyê Receb Teyib Erdogan ragihand, heger ew kesên ku pêwendiya wan bi PKKê re heye bên hilbijartin, ewê careke din qeyûman li şûna wan deynin.
Receb Teyib Erdogan, li Enqerê derbarê bûyerên dawî yên Bakurê Kurdistanê got: Em bi biryar in mijara terorê bi tevahî ji rojeva Tirkiyê derxînin.
Erdogan bal kişand ser hilbijartinên şaredariyan û got: Em rê nadin li başûrê Tirkiyê korîdorek bê vekirin û ji bo vê memrê, emê li derveyî Tirkiyê jî operasyonên xwe berdewam bikin.
N.O