Mala berpirsekî YNKê li Kerkûkê bi bombeyekê tê armanckirin
Mala berpirsekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Daqoqê li başûrê Kerkûkê bi bombeyekê tê armanckirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Mala berpirsekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Daqoqê li başûrê Kerkûkê bi bombeyekê tê armanckirin.
Cîgirê Berpirsê Malbenda YNKê li Kerkûkê Îdrîs Hacî ji K24ê re ragihand, şeva bûrî grûpekê bombe avêtin mala wî ya li Daqoqê, lê ji ber ku ew ji berî wê bûyerê bi çend kêlîkan ji male derketibûn, ti ziyanên canî nebûn û tenê ziyanên madî gihîşte mala wî.
Ev bûyer ji piştî wê yekê tê, berî çend rojan Îdrîs Hacî rexne li hêzên Iraqî yên Daqoqê girtibû, ji ber ku ew navçe kirine leşkergehek û rewşa ewlehiyê nayê kontrolkirin. Herwiha hebûna wan hêzan bi dagîrker binav kiribû.
Cîgirê Berpirsê Malbenda YNKê li Kerkûkê dibêje: “Gûman dikim ku ew hêzên ku li Daqoqê destbilind in ev kar kiribin û armanca wan ew e em ji navçeyên xwe derkevin, ji bo rêjeya Kurd li wê navçeyê kîm bibe û proseya Erebkirinê were kirin.”
Bajarokê Daqoqê 40 K.M dikeve başûrê Kerkûkê û tê de her sê pêkhate Kurd, Ereb û Tirkmen dijîn.
S. B