Li îzmîrê ji ber wergerana barhilgirekê 18 koçber mirin
Li bajarê Îzmîr yê Tirkiyê barhilgira ku koçberên neyasayî hildigirt, wergeriya û di encamê de herî kêm 18 penaberan canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Îzmîr yê Tirkiyê barhilgira ku koçberên neyasayî hildigirt, wergeriya û di encamê de herî kêm 18 penaberan canê xwe ji dest dan.
Li gor çapemeniya Tirkiyê barhilgira ku koçberên neyasayî hildigirtiye, dema kontrol ji destê ajovan derdikeve wergeriya û di encamê de herî kêm 18 koçberan canê xwe ji dest dan. Di nava kesên mirin de zarok û jin jî hene.
Piştî bûyerê gelek ambûlans û tîmên tendirûstiyê gihiştin cihê bûyerê. Hê nayê zanîn ew koçber ji kîjan welatî ne.
Heftiya borî jî li Derya Egeyê belemeke koçberan binav bû û 35 koçber ku piraniya wan Kurd bûn canê xwe ji dest dan.
S. B