Aliyên Kurdî gefên Erdogan li dijî rojhilatê Ferêt dinirxînin
Derbarê daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de ku hêzên Tirikyê dê derbasî rojhilatê Ferêt bibin, Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku daxuyaniya Erdogan bi tenê gef in.
K24 – Qamişlo
Derbarê daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de ku hêzên Tirikyê dê derbasî rojhilatê Ferêt bibin, Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku daxuyaniya Erdogan bi tenê gef in.
Careke din Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, radighîne, hêzên Tirkiyê dê dest bi oparasyoneke leşkerî li Sûriyê bikin û şerê terorê li rojhelatê Ferêt bikin. Endamê Encûmena Zagonsaz di Rêveberiya Xweser de Ebdelselam Ehmed dide zanîn, tevî ku Tirikyê dixwaze hebûna xwe li Sûriyê berfereh bike, lê daxuyaniyên Erdogan bi tenê gef in û ti şerên leşkerî li rojhelatê Ferêt rû nadin.
Ebdilselam Ehmed ji K24ê re got: “Di baweriya min Erdogan di çarçova gefan de tê, bêhtir wê wek propagandeke siyasî dixe rojeva miletê Tirkiyê de. Li pêş çavê cîhanê jî aşkere bû û xuya kir ku rêkeftinên li Idlibê jî di vê warî de çê dibin jî, ku rêber û mamosteyê van hêzên terorê Erdogan e. Hêzên navdewletî ti carî rê nadin Erdogan vê deverê û Sûriye bi tevahî serûbin bike û têxe rewşeke xirab de.”
Ji aliyê xwe ve , serkirdeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) dibêjin, ev ne cara yekemîn e ku Tirikyê gefan dixwe û divê daxuyaniyên Erdogan bi giringî werin nirxandin. Herwiha didin zanîn, helwestên navdewletî li gor berjewendiyên wan têne guhertin, loma hemû sînaryo eger e çê bibin.
Bepirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl dibêje: “Tirkiye bi van gefan, ji aliyekî ve bihaneya hebûna xwe li Sûriyê dide xuyakirin. Metirsiyên li ser welatê xwe dide xuyakirin û opozîsyona disekinîne. Ji aliyekî din ve, ev rêveberiya ku çê bûye xwe ne bi aliyên Kurdî ve girê daye, xwe aliyên navdewletî ve girê daye, eger e jî ev aliyê navdewletî wan bifiroşe û bazarek di navbera Tirkiye û Amerîka de çê bibe. Tirkiye li du aliyan dilîze, ji aliyekî li Astanayê bi Rûsyayê re û ji aliyê din ve bi Amerîka re û heta pêwendiyên wê bi rêjîma Sûriyê re jî hene.”
Bi rengekî berdewam rayedarên Tirikyê tekez dikin, artêşaTirikyê dê oparasyoneke leşkerî li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li rojhelatl Ferêt pêk bîne.
Ev yek di demekê de tê, Tirkiyê keseyê Amerîkî Andrew Bronson berda û gerên hevbeş ên Tirkiye û hêzên Amerîkî li bajarê Minbicê dibin. Gelek çavdêr gûman dikin, tirs ji egera rêkeftinekê di navera Tirkiyê û Amerîka de hebe.