Êrîşa nîjadperest dijî Amedspor

Piştgirên Amedspor dibêjin, Ev kiryara lidij sporvanên Amedspor hatî kirin û êrîşek nîjadperest-hovane-nefretê ye, ji alî dadweriya Tirkiye ve nabe bîngeha dozê û ev kiryar dibin rûdanên asayî lidij Kurdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hesta nîjadperest-dijminkarî-hovane ya fobiya Kurd li Tirkiye gihişte ast a spore jî. Piştî bidawîhatina lîstika di navbeyna Sakaryaspor û Amedspor de, nîjadperestên Tirk êrîşî lîstikvan û birêvebirên Amedspor kirin û strana “Ji bo te dimirim Tirkiya min”, bi zorê dan guhdarkirin.

Di dema lîstikê de jî ew strana nîjadperest ji hoperlorên Stadyumê ve hate danîn û herweha wêneyên êrîşên serbazên Tirkiye anîn ser ekranên stadyumê.

Piştgirên Amedspor dibêjin, Ev kiryara lidij sporvanên Amedspor hatî kirin û êrîşek nîjadperest-hovane-nefretê ye, ji alî dadweriya Tirkiye ve nabe bîngeha dozê û ev kiryar dibin rûdanên asayî lidij Kurdan.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment