Erdhejek li Soran çêbû
Peyamnêrê Kurdistan24ê li devera Soran ragihand, demekê berî niha erdhejek li bajarê Soran û derdora wê çêbû û dengekî bihêz li gel wê hat bihîstin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li devera Soran ragihand, demekê berî niha erdhejek li bajarê Soran û derdora wê çêbû.
Li gorî zanyariyan, li tevahiya devera Soran hest bi erdhejê bû û şevê din jî erdhej li wî bajarî qewimî bû.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Soran Teyfûr Mihemed ragihand, erdheja îro, demjimêr 6:10 êvarî li Soran û Riwandizê çêbû û tevahiya akinciyan hest pê kir û şevê din jî demjimê 12:06ê şevê, erhejek bi hêza 3.3 pile bi pîvana Rexter li Soran û Riwandizê çêbû û dengekî gellekî bilind li gel wê hebû, vê yekê tirseke mezin li cem xelkê çêkir û di herdu erdhejan de, ti ziyanên canî û madî nebûn.
Bajarê Soran ser bi Parêzgeha Hewlêrê ve ye û bi dûriya 115 Kîlometiran, dikeve bakurê rojhilatê Hewlêr.
Ji aliyê xwe ve, qayimqamê Soran Kurmanc Izzet, li ser rûpela xwe ya facbookê ragihand, ku wî li gel Rêveberiya Keşnasî û Erdhejan ya Hewlêrê, pêdeçûn li ser vê pirsê kiriye û eşkere bûye, ku herdu erdhejên dawî ji yên berî xwe cuda bûn, ji ber ku dengekî bi hêz li gel wan hat bihîstin, ku weke dengê teqînan bû.
N.O