Hewleke din a Bexdayê li dijî Herêma Kurdistanê aşkere dibe

Li Bexdayê hewleke din tên dayîn ji bo projeyasa budceya sala 2019an wek ya 2018an were kêmkirin. Kabîneya hikûmêta Heyder Ebadî projeyasa budceya 2019an amade kiriye û bi niyaz e li parlemantoyê derbas bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bexdayê hewleke din tên dayîn ji bo projeyasa budceya sala 2019an wek ya 2018an were kêmkirin. Kabîneya hikûmêta Heyder Ebadî projeyasa budceya 2019an amade kiriye û bi niyaz e li parlemantoyê derbas bikin.

Parlemanterê berê yê ji firaksiyona PDKê ji K24ê re ragihand, projeyasa budceyê ji aliyê kabîneya hikûmeta Heyder Ebadî ve hatiye amadekirin û tê de pişkê Kurd ji sedî 17 bo ji sedî 12.67 hatiye kêmkirin û dixwazin wê projeyasayê di parlemantoyê re derbas bikin. Ev jî bo sizadana Herêma Kurdistanê ye. Em vê yekê qebûl nakin û razî nabin pişkê Herêma Kurdistanê wek salên berê bê kêmkirin.

Parlemenaterên xula nû ya parlemantoya Iraqê dibêjin, ew proje ye û hîna bi fermî nehatiye parlemantoyê û divê berî ew proje bê parlemantoyê lihevkirin li ser wê çê bibe, ji ber ku hîna kabîneya hikûmeta nû nehatiye amadekirin û ev proje ji aliyê hikûmeta Ebadî ve hatiye dariştin.

Parlemanterê ji fraksiyona YNKê Bextiya Şaweys dibêje: “Ew wek parlemantarên Kurd ji niha ve li dijî derbaskirina projeyasaya budceya sala 2019an heger vî awayî be. Ew projeya ji aliyê hikûmeta Ebadî ve hatiye amadekirin, ne ji aliyê Serokwezîrê ku hatiye raspardin Adil Ebdilmehdî ve. Wek parlemantarên Kurd rê nadin ew proje di parlemantoyê re derbas bibe.”

 

S. B