Mesrûr Barzanî: Şazdê Cotmehê riwê xiyanetkaran eşkere kir
Şêwirmendê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ku şazdê Cotmeha 2017an, mezintirîn xiyanet bû.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Şêwirmendê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ku şazdê Cotmeha 2017an, mezintirîn xiyanet bû.
Di postekî de, ku li ser rûpela xwe ya serekî ya facebookê belav kiriye, Mesrûr Barzanî Nivîsiye: Pîlana 16ê Cotmeha 2017an, mezintirîn xiyanet bû li mafê çarenivîsa neteweke çewisandî hat kirin, lê di heman demê de, riwê rastyane yê xiyanetkaran eşkere kir û kesên xakfiroş ji niştimanperweran cuda kir.
Herwiha nivîsiye: Hêvîdar im xelkê Kurdistan û kesên aştîxwaz rastiyan jibîr nekin û rê nedin careke din ji bo post û pileyan, bi jiyan û çarenivîsa wan bê lîstin.
N.O