"Serok Barzanî rêgirî li hilweşandina Herêma Kurdistanê kir"

Malpera Bloomberg a Amerîkî: Herêmî Kurdistanê xwediya 45 milyar bermîl petrol e, ku bêtirî petrola Nîcîrya ye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di salvegera bûyerên 16ê Cotmeha 2017an de, medya cîhanî bi giringî behsa rol û pêgeha Serok Mesûd Barzanî dike, ji encamdana referandumê û piştre rêgirtin li bizavên Hikûmeta Iraqê bi piştevaniya welatên navçeyê ji bo jinavbirina Herêma Kurdistanê û tekez dike, ku Iraq dixwest dest li ser Herêma Kurdistanê deyne, lê Kurdistanê pêdagirî li ser mana xwe kir.

Govara The Atlantik a Amrîkî, di raporekê de rêjeya dengên belê ji bo serxwebûna Kurdistanê, bi xwesteka Kurdan ve ji bo serxwebûnê girê dide û tekez dike, ku Serok Barzanî, serxwebûn nêzîktir kiriye û hişyariyê dide, heger pirsa Kurdî ji aliyê Netewên Yekgirtî û welatên herêmî ve neyê çarekirin, wê Kurd dubare bizavan ji bo serxwebûnê bikin.

Govara navhatî diyar kir, ku Serok Barzanî bi serkirdatîkirina piroseya referandumê, pêgeh û serkirdatiya xwe bihêztir kir, tevî rêgirî û dijatiya aliyên siyasî yên destdirêj li Silêmaniyê, ku nexwestin xwedî welatekî serbixwe bin.

Hevdem govara Forn Polesi ragihand, ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Hikûmeta Iraqê bi handana Tirkiyê û Îranê, dixwest dest li ser dergeha Fîşxabûr deyne, wek çawa Îran ji aliyê xwe ve Herêma Kurdistanê dorpêç kiribû, lê Herêma Kurdistan li ser hiştina desthilata xwe li ser wê navçeya giring û serxwebûna xwe ya abûrî pêdagir kir.

Ji aliyekî din ve, malpera Bloomberg a abûrî, di raporekê de bandora petrola Kurdistanê zelal kiriye û daye xuyakirin, ku Herêmî Kurdistanê xwediya 45 milyar bermîl petrol e, ku bêtirî petrola Nîcîrya ye û ew jî welatekî serbixwe ye, herwiha dibêje: Petrola Kurdistanê wa dike, ku di egara ragihandina serxwebûna Kurdistanê de, wê Kurdistan yekser endamtiya rêxistina Opek a cîhanî  bidest bîne.

N.O