Çavuşoglu: Divê YPG li rojhilatê Firatê jî nemîn e
Tirkiye dibêje, pêwîst e Amerîka ne tenê li Minbicê, li rojhilatê Çemê Firatê jî YPG nehêle
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye dibêje, pêwîst e Amerîka ne tenê li Minbicê, li rojhilatê Çemê Firatê jî YPG nehêle. Wezîrê Derve yê Tirkiyê da xuyakirin, di serdana Pompeo ya Enqerê de ew dê hemû mijarên derbarê Sûriyê de, careke din gotubêj bikin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu da xuyakirin, Amerîka soz dabû wan ku, li Minbicê YPG nemîne, lê niha wê jî bes nabînin û divê li Rojhelatê Firatê jî nemînin.
Çawîşoglu got, jiber ku Amerîka YPG biçek kiriye û hîştiye li wan deran bicîh bibe, divê dîsa Amerîka vê mijarê çareser bike û terorîstan li wan deveran nehêle.
Mewlud Çavuşoglu - wezîrê derve yê tirkiyê
"… Dema Pompeo nû bû Wezîrê Derve yê Amerîkayê, 4'ê Hezîranê ez çûm Washingtonê û me bi hev re nexşerêya Minbicê îmze kiribû. Ji xwe hê di dema Tîllerson de xebatan destpê kiribû. Niha bernameyên hevbeş yên perwerde destpê kirin e. Hinek dereng ketiye.
Divê ev nexşerêya Minbicê cîbicî bibe. Divê terorîst li wir nemîn in. Ne tenê li Minbicê, pêwîst e li Rojhelatê Firatê jî nemîn in. Em nêzîkî sînorên xwe naxwazin terorîstek bibînin. Berpirsiyariyeke Amerîkayê jî ev e ku, terorîstan li wan deveran nehêle. Jiber ku gelek piştevaniya wan kiriye, çekên giran dane wan, gelek bajarên ku piraniya wan Ereb in, radestê wan terorîstan kirin e. Em dê di hevdîtina Pompeo de van mijaran hemû gotubêj bikin."
C.B