Australia daxwazekê ji Herêma Kurdistanê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyoza Australia li Iraqê Joanna Lundez û şanda pê re kir û dawî pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê û navçê bi giştî guftûgo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyoza Australia li Iraqê Joanna Lundez û şanda pê re kir û dawî pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê û navçê bi giştî guftûgo kirin.

Di hevdîtinê de, Balyoza Australia li Iraqê xweşhaliya xwe bi serkeftina proseya hilbijartina parlemantoya Kurdistanê derbirî û pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir. Herwiha hêvî xwast, hewlên pêkanîna her du hikûmetên nû yên Iraq û Herêma Kurdistanê bi serkeftî birêve biçin û aramî û ewlehî vegere navçê.

Joanna Lundez amaje bi projeyên xizmetguzariyê û hevkariyên mirovî yên welatê wê ji navçeyên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin kir û daxwaza hevkariyê  ji bo cibicîkirina wan kir. Herwiha amadehiya welatê xwe bo pêşvebirina pêwendiyên di navbera Australia û Herêma Kurdistanê derbirî.

Li hemberê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya vê serdanê kir û amadehiya hikûmeta xwe ji bo her hevkarî û asankariyekê bi mebesta cibicîkirina projeyên Australia di warê mirovî de derbirî. Hêvî xwast pêwendiyên dualî di hemû waran de bi pêş ve biçin.

Guftûgokirina çend babetên pêwendîdar bi rewşa navçê, Iraq û Herêma Kurdistanê, aliyekî din ê hevdîtinê bû.

 

S. B