Li Kurdistanê.. Xanimekê 5 cêwî anî

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, xanimeke Kurd, pênc zarokên cêwî anî.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, xanimeke Kurd, pênc zarokên cêwî anî.

Hena Hatim, dayika wan zarokan e, piştî encamdana neştergeriyekê, 5 zarok jê re çêbûn û niha di bin çavdêriya pizîşkî de ye û bi gotina pizîşkan: Rewşa wê û zarokan baş e.

Herwiha pizîşkan diyar kirin, ku ji wan pênc zarokan, sê kur û du keç in û tendirustiya wan baş e.

Hena li gel hevjînê xwe Elî, ji taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ne, di rewşeke kêmmînak de, li wî bajarî û li seranserî Kurdistanê, pênc zrokên cîwê ji wan re çêbûn.

N.O