Firokeyên Tirkiyê devera Amêdiyê bombebaran dikin

Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê bi bihaneya hebûna binke û baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) navçeyên derdora bajarokê Amêdiyê yê ser bi parêzgeha Dihokê ve bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê bi bihaneya hebûna binke û baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) navçeyên derdora bajarokê Amêdiyê yê ser bi parêzgeha Dihokê ve bombebaran kirin.

Peyamnêrê K24ê li Amêdiyê da zanîn, firokeyên şer ên Tirkiyê derdora gundên Sergelê û Segîrê bomberan kirin, ku tenê 4 K.M ji navenda qezaya Amêdiyê ve dûr in.

Peyamnêrê me diyar kir jî, ti ziyanên canî ji encama bombebaranê nebûne, lê ziyanên gihîştiye jîngeha wê deverê.

Demek e şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê li gundên sînorî yê Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye.

 

 

S. B