Jan Dost li Hewlêrê bi Romana Kobanê û demjimêra dayika xwe şa bû

Jan Dost ji Kurdistan24ê re: Vekirina pêşangeha pertûkan gellekî ji civakan re giring e û hêvîdar im xelkên Kurdistanê bêtir pertûkan bixwînin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê de ji bo Pertûkan, merasîma îmzekirina Romana Kobanê, ji aliyê nivîskar û romannivîsê navdar ê Kurd Jan Dost ve, birêve çû.

Jan Dost ji Kurdistan24ê re got: Vekirina pêşangeha pertûkan gellekî ji civakan re giring e û hêvîdar im xelkên Kurdistanê bêtir pertûkan bixwînin.

Herwiha di pêşangehê de, ew demjimêra ku Jan Dost kiribû wêneyê bergê Romana Kobanê, gihişte destê wî û bi dilxweşî got: Ev demjimêra dayika min e, ku bûye nêzîkî 20 salan min nedîtibû, li vir gihişt destê min û min di romanê de gellekî behsa wê kiriye.

Romannivîsê navdar ê Kurd Jan Dost, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bûye û li bajarê Kobanê mezin bûye, di sêzdemîn Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê de ji bo Pertûkan beşdarî kir û  Romana Kobanê di merasîmekê de îmze kir, ku niha ew roman ji bo çendîn zimanan hatiye wergerandin.

N.O