Şahoz Hesen: Pirsa rojhilatê Firatê bi danûstandinê çareser dibe
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Şahoz Hesen ragihand ku, divê rejîma Sûriyê metirsiya rasteqîn bizan e, ku ew jî Tirkiye ye û ne rojhilatê çemê Firatê ye
K-24 Navenda Nûçeyan
Hevserokê PYD radighîne, pirsa rojhilatê çemê Firatê bi danûstandinan çareser dibe.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Şahoz Hesen ragihand ku, divê rejîma Sûriyê metirsiya rasteqîn bizan e, ku ew jî Tirkiye ye û ne rojhilatê çemê Firatê ye. Niha Tirkiye alîkariya DAIŞ û Bereya elNusra dike û hêsankariyan ji bo derbasbûna çekdarên wan her dû rêxistnan dike.
Şahoz Hesen got jî, ew zimanê gefê ji rejîma Sûriyê qebûl nakin û mijara rojhilatê çemê Firatê bi danûstandinên ligor Destûrek demokrat ji bo Sûriyê çareser dibe. Da zanîn ku, ew ji danûstandinan re jî, amade ne.
C.B