Yekîtiya Ewrûpa dixwaze Iraq sizayê bidarvekirinê rake

Yekîtiya Ewrûpa daxwaza helweşandina sizaya bidarvekirinê ji Iraqê dike.

K-24 Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewrûpa daxwaza helweşandina sizaya bidarvekirinê ji Iraqê dike.

Nûnerê Yekîtiya Ewrûpa li Îraqê Roman Bêlkwa ragihand, Yekîtiya Ewropa li dijî sizaya bidarvekirinê ye û daxwaza hilweşandina wê dike.

Nûnerê Yekîtiya Ewrûpa li Îraqê tekez jî kir, ew her tim li her dem û rewşekî de, li dijî sizaya bidarvekirinê ne.

Ev helwesta Yekîtiya Ewrûpa di demekê de ye ku, wezareta Dada Îraqê bidarvekirina şeş kesan ragehand.

 

 

 

C.B