Fermandariya Operasyonan: Pêşmerge li Pirdê dîrokeke hemû şanazî tomar kir

Fermandariya Operasyonên Hêza Pêşmerge di salvegera tomarkirina dastana Pirdê di 20.10.2107an de daxuyaniyek belav kir û ragihand, Pêşmerge bi berevaniyeke qehreman êrîşa neyar û dagîrkeran şikand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Operasyonên Hêza Pêşmerge di salvegera tomarkirina dastana Pirdê di 20.10.2107an de daxuyaniyek belav kir û ragihand, Pêşmerge bi berevaniyeke qehreman êrîşa neyar û dagîrkeran şikand.

Di daxuyaniyê de hat, “Ew plana ji xiyanetiya 16ê Cotmehê ve destpê kiribû, ku li pişta Pêşmerge dan û Kerkûk dilê Kurdistanê bi nirxekî erzan firotin. Wê xiyanetî hîşt ku neyarên gelê me Herêma Kurdistanê pariyeke asan bizanin û xwastin dagîr bikin, ji ber wê ber bi Hewlêra Paytext ve hatin, lê bi berevaniyeke qehreman, Pêşmerge êrîşa neyar û dagîrkeran şikand.

Ragihand jî, “Bi heman awayê, li Sihêla berxwedan û merdatî û li Mexmûrê û bereyên rojhilatê Dîcleyê, Pêşmerge bi piştevaniya xwedê û xweragirî û niştimanperiya gel, plana neyaran a ji bo jinavbirina Herêma Kurdistanê şikand û Kurdistanê bi serbilindî ma.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat, “20 Cotmeha 2017an werçerxaneyeke mezin bû di xebata miletê me de û di wê rojê de dîrokeke hemû şanazî tomar kir. Fermandariya Operasyonan wê roja dîrokî bi rojeke pirşengdar a Pêşmerge dizane û bîranîna wê bilind dinirxîne.

Fermandariya Operasyonên Hêza Pêşmerge dibêje: “Ew serkeftina Pêşmerge ji hemû aliyan re çespand ku gelê Kurdistanê xwedî dozeke rewa ye û amade ye ta dawî dilopa xwîna berevaniyê li xak û rûmeta xwe bike.”

Herwiha got: “Ew serkeftina mezin bi xwîa dehan şehîdan hate meydanê. Hezar silav bo giyanê pak ê şehîdên Kurd û Kurdistanê, spas û pêzanîn ji bo wan Pêşmerge û fermandarên qehreman ku rola wan di tomarkirina wê serkeftina mezin de hebûn, ku ta hetheta di bîreweriya miletê me de dimîne û dê bi serbilindî wê bibîr bîne.

 

S. B