Pêşmerge daxwaz dike hêzên Iraqî bi aştî ji Kerkûkê vekişin

Pêşmerge tekez dike, ew û pêkhateyên bajêr parêzvanên Kerkûkê ne û pêwîst e ew hêzên biyan ji Kerkûkê vekişin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêşmerge tekez dike, ew û pêkhateyên bajêr parêzvanên Kerkûkê ne û pêwîst e ew hêzên biyan ji Kerkûkê vekişin.

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Nûrî Heme Elî ji K24ê re ragihand, Pêşmerge daxwaz dike bi aştî û hevqebûlkirin vegere cihên xwe yên li Kerkûkê, ji ber mana wan li Pirdê nayê wê wateyê ku ew sînor e, belkû dixwazin madeya 140 a destûrê cibicî bikin.

Got jî, Pêşmerge berevaniyê li Kerkûk û derdora wê dikir, pêwîst e ne ku tenê Kurd, pêkhateyên din jî daxwaza vegera Pêşmege bikin û pêwîst e ew hêzên biyanî ji bajêr vekişin.

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, Heşda Şeibî bi hevkariya grûpeke ser bi aliyekî siyasî ve bajarê kerkûkê û beşek ji navçeyên Kurdistanê dagîr kirin, ji ber wê jî hejmarek ji welatiyan şehîd bû û hejmarek din jî koçber bûn.

 

S. B