Serok Barzanî: Silav û spasî bo Qehremanên Kurdistanê, ku destana Pirdê tomarkirin

Serok Mesûd Barzanî, bi egera yeksaliya Destana Pirdê, liser twitterê xwe nivîsî: “Yadkirina 20ê Cotmehê – Destana Pirdê xwedî taybetmendî û girîngiyek berçav e”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî, bi egera yeksaliya Destana Pirdê, liser twitterê xwe nivîsî: “Yadkirina 20ê Cotmehê – Destana Pirdê xwedî taybetmendî û girîngiyek berçav e”.

Serok Barzanî di twit a xwe de, silav û pîrozbahiyên xwe gihandin Pêşmergeyên Kurdistanê, ku welatê xwe parastin û bi canfedayiya xwe rê nedan dagîrkeran.

Serok Barzanî rêzdariya xwe gihand şehîdên Kurdistanê, silav û spasiyên xwe arasteyî Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê kirin, ku destana Pirdê tomarkirin…

 

C.B