Civata Asayişa Herêma Kurdistanê: Êrîşên DAIŞê li Kerkûk û Mûsilê zêde bûne
Civata Asayişa Herêma Kurdistanê li ser Twitter a xwe ya taybet amaje bi wê yekê kiriye, ku di meha derbasbûyî de, êrîşên DAIŞê li Kerkûk û Mûsilê û li hin deverên din zêde bûne.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Civata Asayişa Herêma Kurdistanê li ser Twitter a xwe ya taybet amaje bi wê yekê kiriye, ku di meha derbasbûyî de, êrîşên DAIŞê li Kerkûk û Mûsilê û li hin deverên din zêde bûne.
Asayişa Herêma Kurdistanê diyar kir ku di meha derbasbûyî de, çekdarên DAIŞê û hin girûpên nenaskirî, 22 êrîş encam dane ku hin êrîş li her yek ji Xaneqîn, Hewîce, Geyare, Dubiz û Reşad hatine encamdan.
Herwiha Civata Asayişa Herêma Kurdistanê tekez kir, ku bêtirî 25 bomban bi hêzên ewlekariyê û sivîlan ve teqiyane û 9 bûyerên revandinê hatine tomarkirin û çûnûhatina çekdarên DAIŞê jî li wan navçeyan zêde bûye.
Ev yek di demekê de ye, li gorî raporeke dengê Amerîka, Hikûmeta Iraqê hêzên bêtir li navçeyên rojavayê Kerkûkê belav kiriye.
N.O