Amerîka pêgeha xwe ya bazirganî li Herêma Kurdistan bihêz dike

Kunsulê Amerîka li Hewlêrê: Hebûna Encûmena Hevbeş di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de, pêngaveke giring e û em dilxweş in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi encamdana pirojeyên çaksaziyê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Piştî ku şandeke Odeyên Bazirganî yên Amerîka serdana Herêma Kurdistanê kir û li gel bazirgan û veberhênerên Hewlêrê civiya, kunsulê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin di kongirekî rojnamevanî de got: Hebûna Encûmena Hevbeş di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de, pêngaveke giring e û em dilxweş in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi encamdana pirojeyên çaksaziyê bike.

Kunsulê Amerîka balkişand ser wê yekê, ku giring e di rewşa niha de Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi çaksaziyê bike û kerta abûrî pêş bixe.

Steven Fagin got jî: Ew şanda hatiye vir, gellekî bi ciddî li derfetên bazirganî digere daku li gel kompaniyên xwecihî yên Herêma Kurdistanê kar bike. Em gellekî dilxweş in ku ew şand hatiye û em çaverê dikin ku di dema dahatî de derfetên bêtir bi rê de bin û dibe ku karkirina me li derveyî kerta petrol û gaze jî hebe.

Herwiha got: Ez zanim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel çend aliyên din wek Banka Navdewletî hevrêziyê dike û hin pilan ji xwe re daniye, ku biryar e di pêşerojê de kar li ser wan bike.

N.O